Ofîsa rojnamevanî ya parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, nûçeya desteserkirina wî li Berûda paytexta Libnanê red kir û ragihand, ev agahî ji ne rast e.
Şeva bihorî çend medyayên kurdî û erebî ragihandibûn ku Dr. Necmedîn Kerîm li balafirxaneya Beyrûta Libnanê hatiye desteserkirin.
Ofîsa rojnamevanî ya Necmedîn Kerîm bi daxuyaniyeke nivîskî, ev agahî û nûçeyên di derbarê desteserkirina wî de red kir û ragihand ku Necmedîn Kerîm nehatiye girtin û ev agahî ji bo guherandina rojeva welatiyan hatiye belavkirin:
“Necmedîn Kerîm bo karê xwe yê asayî û dîplomatîk, serdana derveyî welat kiriye û heftiya bê vedigere Kurdistanê.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin