Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 15:22

Îran hêzeke zêde şandiye devera Hewramanê

li ser navê pêşmerge pere ji xelkê distînin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Hewramanê, ev çend roje rejîma Îranê dest kiriye bi şandina hêzeke zêde ya leşkerî bo devera Hewramanê.

Jêderên ji Hewramanê (Rojhilat) diyar kirin ku piştî şandin û bicîh kirina hêzeke zêde ya spaha pasdaran bo devera Newsûdê, rejîma Îranê hêzeke zêde şandine devera Nûdişe û liwir bicîh kiriye.

Jêderên ji Rewramanê anîn ziman ku ev hêzên ku hatine şandin tevahiya rêyên sînorî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de daxistine û di navbera deverên curbicur yên Hewramanê de jî xalên kontrol kirinê danîne.

Jêder behsa vê yekê jî kirin ku li ser rêya navbera Hewramana Text û gundê Nivên de xalên kontorlkirinê yên wan hêzan hene ku kincên pêşmerge li xwe kirine û li ser navê pêşmerge û pariyên Kurdî pere ji xelkê distînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.