Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 18:05

Dîsa agir bi genimê cotkarên Kurd hate berdan

zêdetir ji 10 rojane her roj genimên cotkarên Kurd tên şewtandin
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî di navbera Xormatû û Kerkûkê de çend kesên nenas ku tê payîn Erebên hawirde ne( ew erebên ku di dema Sedam de bo deverê hatine veguhastin) agir bi genimên cotkarên Kurd berdane.

Jêderên li deverê behsa vê yekê kirin ku ev bûyer li nêzî gundê Elbûsebah ya di navbera Heftxar û Dûzxormatûyê de pêk hatiye û di encam de zêdetir ji 70 donim genimên cotkarên Kurd hatine şewtandin.

Hêjayê gotinê ye ku zêdetir ji 10 rojane li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê ereb bi piştgîriya çekdarên heşda şebî êrîşên xwe yên li dijî Kurdan zêdetir kirine û mal û milkên cotkarên Kurd yên li deverê an didizin, an dişewtînin û heta niha aliyên têkildar yên Îraqî li ser vê mijarê bêdengin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.