Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 15:22

Du kolberên din yên Kurd hatin birîndar kirin

çend ser hespên wan jî kuştiye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşên çekdarên ser bi rejîma Îranê de, du kolber û kasibkarên din yên Kurd hatine birîndarkirin.

Jêder behsa vê yekê kirine ku duhê bi şev li zozanên Siyakêv ya ser bi Şinoyê çekdarên rejîma Îranê gole li ser kolber û kasibkarên Kurd reşandine û di encam de du kolberên Kurd bi navê Mele Nicme Epenak û Ebdulqadir Cesûrî ku xelkê gundên ser bi Şinoyê ne birîndar bûne.

Jêder anîne ziman ku her di heman êrîşê de çend hespên kolberan jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.