Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku wan biryar daye ku hezar û 500 leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn.
Trump berî ber bi Japonya ve here ji rojnamevanan re da zanîn ku hêza nû dê bi piranî karbidest û leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn biparêzin.
Ajansên navneteweyî roja Pêncşemê ragihandibûn ku Pentagon û Qesira Sipî ser 10,000 leşkerên nû bo Rojhilata Navîn difikirin.
Li ser wan nûçeyan Trump gotibû ku ti planeke wisa tune û dîyar kiribû ku ew nûçe derew in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin