Serok Barzanî bi minasebeta 43mîn salvegera şoreşa Gulanê peyamek weşand.
Serok Barzanî bi minasebeta 43mîn salvegera şoreşa Gulanê peyameke weşand ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Yek ji bîranînên bi rûmet yên meha Gulanê, salvegera destpê kirina şoreşa Gulana pêşketin xwaze, şoreşek ku berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû dijî sîtem û dagîrkariyê.
Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîng ya berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû ku ev peyam bi eşkere ragihand ku plangêrî, nepakî, agir û hesin nikarin dengê gelê me qût bikin û me neçar bikin dest ji azadîxwazî û mafên xwe yên rewa berdin.
Eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibe, dîsa gelê me xwe naçemêne û bi îradeyekî polayîn dijî dagîrkariyê radiweste û mafên xwe yên rewa bidest tîne.
Bi minasebeta çil û sêyemîn salvegera şoreşa Gulanê, silav ji bo hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman û wan niştîmanperwerên bindestiyê red kirin re dişînîn û westandin û koçberiyê hilbijartin û qurbaniyê dan û li kêmtirîn demê da şoreşê hilgîrsandin.
Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên şoreşa Gulan û şehîd Seyîd Abdullah yekem şehîdê Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê be. Silav li xweragirî û azayetiya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.
Di vê salvegerê da wê yekê dûpat dikîn ku îradeya gelê Kurdistanê bihêze û ji bilî hebûna plangêriyê, lê belê bi îradeyekî bilindtir ji berê têdikoşê ji bo pêkanîna mafên rewayên xwe û berdewamiyê li peyama aştî û pêkvejiyan û pêşketinxwaziyê dide.
Mesûd Barzanî
25.05.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin