Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 20:19

DIŞIê berpirsiyartiya şewtandina geniman girte ser xwe

dibêje em toleya xelafeta xwe distînin
کوردستان TV
100%

Duhê bişev terorîstên DIŞIê li ser torên civakî belav kirin ku genimên cotkarên Kurd yên ku li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê tên şewtandin, ji aliyê wan ve têne şewtandin.

Terorîstên DIŞIê dane zanîn ku şewtandina genimên cotkarên Kurd karê wane û bi mebesta tole stendinê ev yekê dikin.

Terorîstên DIŞIê herwiha diyar kirine ku li çend parêzgehên Îraq û Sûriyeyê jî dest bi şewtandina çandiniyên xelkê kirine û ev yek jî tole stendine ji wan welatan û xelkên wan deveran.

Weke tê zanîn ev demeke ku şewtandina genim û çandiniyên ewlatiyên Kurd li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê destpê kiriye û DIŞIê û erebên ku ji wan re erebên hawirde tê gotin berpirsiyartiya vê yekê dixin stûyê xwe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.