Şerê li Idlibê her diçe dijwartir dibe

heta niha nêzî 20 gund ji destê cîhadiyan hatine derxistin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê , duhê hêzên rejîmê karîne di encama şereke dijwar de  gundê Kifar Nabûde ya li Îdlibê bixin destê xwe.

Di çarçoveya şer  û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û cîhadiyên li Îdlibê de, heta niha hêzên rejîmê karîne çend gund û deverên ser bi Îdlibê bixin destê xwe.

Duhê çapemeniya rejîmê belav kir ku hêzên rejîmê karînê gundê Kifar Nabûde ku beriya çend rojan ketibû destê cîhadiyan dîsan kontrol bikin û derbên dijwar li cîhadiyan bixin.

Rewşa Îdlibê weke tê zanîn gelek aloze, rêkeftina ku di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de bo çê kirina herêmên bêçek û şer hatibû îmzekirine ti encam neda, Rûsye û Sûriye êrîşên xwe bo ser cîhadiyan li Îdlibê zêdetir kirine.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.