Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê Hendrik van de Velde ku jiber dawî hatina pîwerdariya vî serdana Kurdistanê kiribû.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Hendrik van de Velde li ser rewşa dawî ya li deverê û têkiliyên navbera her du aliyan û hewldanên heyî yên bo çalak kirina Serokatiya Kurdistanê giftûgo kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî kar û çalakiyên balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê bilind nirxand û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa pêşveçûnên heyî yên li Kurdistanê di warên cuda cuda de û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo gehêştin bi çareserî ji revahiya kêşeyên heyî di çarçoveya destûrê de kir.
Di beşeke dinya civînêde Hendrik van de Velde aştî û aramiya heyî ya li Kurdistanê bi faktera erênî ya bo berfiretir kirina têkiliyên du alî bi lêv kir û ragihand ku Beljîka amadeye di warên cude cuda de piştîwanî û hevkariya Kurdistanê bike û hêviya pêşkeftina zdêtir ji Kurdistanê re û hêviya serkeftinê jî bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin