Di çarçoveya bordiman kirina deverên sînorî yên Kurdistanê de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, îro danê sibê balefirên artêşa Tirkiyeyê dubare dest bi bordiman kirina çend deverên Kurdistanê kirin.
Li gor jêderên ji deverê îro danê sibê balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê çiyayê Korejar ya li Şêladizê bi tundî bordiman kirine.
Jêder behsa vê yekê kirin ku bordiman hîn jî didome û derbarê zirar û ziyanên bordimanê de heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Duhê jî artêşa Tirkiyeyê ragihandibû ku li devera Xakûrkê li dijî pkkê dest bi operasiyona bejahî ya bi navê Pence kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin