Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 20:16

Kanada daxwazek pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî dike

dibêje emê bihevre ser çend dosyeyên girîng kar bikin
کوردستان TV
100%

Balyozxaneya Kanadayê ya li Bexdayê jiber hilbijartina wî weke Serokê Kurdistanê, peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Balyozxaneya Kanadayê li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyama pîrozbayî weşandiye û têde nivîsandiye; Kanada pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî dike ku bo postê Serokê Kurdistanê hatiye hilbijartin, û hêvî dikin ku bihevre  li ser kêşeyên girîng yên weke bihêztir kirina rola jinan di her warî de û wekheviya cinsî kar bikin.

Weke tê zanîn berbijêrê PDKê Nêçîrvan Barzanî roja 28ê mehê bi 68 dengan ji 81 dengên parlementeran weke Serokê Kurdistanê hat hilbijartin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.