Wezîrê derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyamek nivîsandiye û têde jiber hilbijartina wî weke Serokê Kurdistanê pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Jeremy Hunt nivîsandiye: Jiber hilbijartina wî weke Serokê Kurdistanê pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî dikim û kêfxweşim ku Nêçîrvan Barzanî weke Serok hatiye hilbijartin.
Hunt herwiha nivîsandiye ku Brîtanya piştgîriya Nêçîrvan Barzanî dike bo bihêztir kirina çanda yekîtî û lêbûrînê li Kurdistan, Îraq û cîhanê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin