Îro danê sibê jiber sedemeke nediyar agireke gelek mezin bi çiyayê Bapiştiyan ya li devera Soranê ketiye.
Li gor jêderên herêmî heta niha sedema agirberbûnê nehatiye zanîn û di encama agir berbûnê de rûbereke gelek zêde ji pûş û darên vê çiyayê hatine şewtandin û şêniyên deverê li gel hêzên jîngehparêz û hêzên vemirandina agirê hewl bo vemirandina agirê didin.
Hate zanîn ku du wêstgehên torên civakî yên ku li vê çiyayê bûn, ji şewtînê hatine rizgarkirin û agir jî bi temamî hatiye vemirandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin