Erbil 38°C Tuesday 16 Sep 01:13

Kremlîn: Agirbesta li Îdlibê erkê Tirkiyeyê ye

dibêje êrîşên terorîstan bo ser hêzên me zêde bûne
کوردستان TV
100%

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov duhê înê got ku ragihandina agirbestê û rawestandina êrîşên cîhadiyan bo ser hêzên Rûsî û Sûrî û xelkê medenî li Îdlib û derdorê erkê Tirkiyeyê ye.

Peskov di bersifa pirsekî derbarê daxuyaniyên Erdogan de diyar kir ku em li Îdlibê bi rastî agirbestekê dixwazin û tiştê ku divê terorîst êrîşên hember sivîlan û navendên me yên leşkerî êrîşan rawestînin.

Erdogan derengiya Pêncşemê ji hevtayê xwe yê Rûsî Wladimir Putin re gotibû ku ew li Îdlibê agirbestekê dixwaze ku sivîl neyên kuştin û pêla penaberan nekevin hindurê axa Tirkîyê.

Pispor daxuyaniya Peskov wek piştgirîya berdewam ya Rûsya ji hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad re dibînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.