Li gor jêderên nûçeyan li Rojhilatê Kurdistanê, ev du roje agireke mezin bi daristanên derdorê bajarê Merîwanê ketiye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku her çend du roje agir bi daristanan ketiye lêbelê hêzên têkildar yên hikûmetê heta niha bo vemirandina agirê ti gavek neavêtine.
Hate zanîn ku çalakvanên jîngehparêz û xelkê bajarê Merîwanê bo derfetên xwe yên kêm hewl bo kontrol kirin û vemirandina agirê didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin