Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 22:57

Artêşa Tirkiyeyê sewalên gundiyan bordiman kir

hijmareke zêde bizin û pezên gundiyan hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê de yên bi hinceta hebûna endamên pkkê, îro dîsa balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê çend navçeyên derdorê deşta Hêrtê bordiman kirin.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekanê, îro danê sibê balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê derdorê gundê Xelîfan ya nêzî deşta Hêrtê bordiman kirine.

Di bordimana han de ku sewalên gundiyan hatine lêdan, hijmareke zêde pez û bizinên gundiyan hatine jinavbirin.

Herwiha îro derdorê gundê Sîran jî yaku nêzî gundê Xelîfanê ye hatiye bordimankirin û di encama bordimanê de agir bi pûş û daristanên deverê ketine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.