Li Reqayê 3 terorîstên DIŞIê xwe teqandin

10 kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Şeva borî li bajarê Reqayê 2 teqîn pêkhatin, teqînek bi riya otombîleke bombebarkirî li nêzîkî çarêya Neîm û ya din jî bi riya bombeyeke vedayî li pêşiya deriyê parka Reşîd pêkhat.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama her du teqînan de, 10 kes hatin kuştin û nêzîkî 20 kesan jî birîndar bûn. Herwaha d zanîn, ji kesên hatine kuştin 5 kes şervanên HSDê bûn, 5 kesên din jî sivîl bûn.

Rewangeha Sûrî amaje bi wê yekê jî kir, li Reqayê şeva borî şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û HSDê li gel terorîstên DIŞIê derket û di encamê de 3 terorîstên DIŞI xwe teqandin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.