Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 22:57

Li derdorê Pirdê jî agir bi genimên cotkarên Kurd hate berdan

heta niha 4 hezar donim hatiye şewtandin
کوردستان TV
100%

Îro duyem roja cejna Remezanê, li devera Pirdê agir bi genimên Cotkarên Kurd hate berdan û diencam de rûbereke gelek zêde ji genim û çandinên cotkarên Kurd yên li deverê hatin şewtandin.

Heta dema amade kirina vê nûçeya han agir berdewame û tê gotin ku heta niha zêdetir ji 4 hezar donim genimên cotkarên Kurd hatine şewtandin.

Weke tê zanîn ku gef kirin li welatiyên Kurd û şewtandina mal û milkên han li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê berdewame û heta niha hikûmeta Îraqê jî li ser vê mijarê ti gavek neavêtiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.