Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 01:04

Agir devera Mexmûrê jî vegirt

cotkarên Kurd daxwaza hevkariyê ji xelkê dikin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev agireke mezin bi dexil û danên (genimên) cotkarên Kurd li devera Mexmûrê ket.

Li gor jêderan, direngiya şeva derbasbûyî agireke mezin bi genimên cotkarên Kurd li derdorê Mexmûrê ber bûye û cotkarên Kurd yên deverê jî bi rêya mizgeftan daxwaz ji xelkê kirine ku biçin hevkariya wan daku agirê vemirînin.

Weke tê zanîn duhê jî danê sibê agireke mezin li devera Pirdê bi genimên cotkarên Kurd ber bibû û di encam de herî kêm 4 hezar donim genim hatibûn şewtandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.