NY: Hijmara kuştiyan zêdetir dibe

dibêje di wan rojên dawî de 160 kes hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Neteweyên Yekgirtî derbarê rewşa Îdlibê de daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku rewşa Îdlibê gelek aloz û metirsîdare.

NY di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiriye ku jiber şer û pevçûnên heyî yên li Îdlib û derdorê, roj bi roj hijmara kuştî û birîndarên sivîl zêdetir dibe û xelk zêdetir koçber dibe.

Di berdewamiya daxuyaniya NY de hatiye diyarkirin ku piraniya kuştî û birîndaran jî jin û zarokin.

NY daye zanîn ku di pevçûnên vê dawî de herî kêm 160 kes hatine kuştin û niha li deverê de metirsiya qewmîna karesateke însanî heye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.