Di encama topbarana artêşa Tirk û cîhadiyên wê yên li ser navçeya Til Rifetê ya Şehbayê de sivîlek şehîd bû û 3 birîndar bûn.
Nûçegihanên anhayê ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê vê êvarê navçeya Til Rifet a Şehbayê bi obusan dan ber topan û bi dehan top li jîngehên şêniyan ketin.
Di topbaranê de welatiyê sivîl Sebirî Umer Hemdo yê 65 salî şehîd bû û Fikret Reşîd Xorşîd (48), Zeyneb Ebdulrehman Umer (54) û Muherem Bekir 70 birîndar bûn.
Topbarana li ser navçeyê hîna berdewam e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin