Duhê êwarê şandeke hikûmeta Swêdê serdana Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyeyê kir.
Şanda han di çaçroveya serdana xwe de vê li gel rêveberiya xweser û part û aliyên siyasî yên Rojavayê bicive.
Li gor jêderan, di civîn û hevdîtinan de vê giftûgo li ser çawetiya zêdetir kirina derfetên karî li deverê were kirin û hikûmeta Swêdê vê li ser vê mijarê hevkariya deverê bike.
Şanda Swêdî herwiha di civînê xwe de behsa vê yekê kiriye ku amadeye hevkariya rêveberiya xweser û hêzên HSDê bike û niha mişxûlî lêkolîn kirin li ser çawetiya pêşkêş kirina wan hevkariya ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin