Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 08:15

Jineke Hewlêrî dibe balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê

xelkê Hewlêrê ye
ئافره‌تێكی كورد ده‌بێته‌ باڵێوزى نوێى وڵاته‌ یه‌كگرتووه‌كانى ئه‌مریكا له‌ بولگاریا
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê Donald Trump hin guhertin di asta balyozxaneyên welatê xwe de pêkanîn û nav wan guhertinan de yek jî jineke kurd bû balyoza Amerîkayê li Bulgarîstanê pêşniyar kir.

Li gor agahiyên berdest Trump pêşniyar kiriye ku jina ku xelkê Hewlêrê ye ya bi navê Hêro Qadir Mihemed Emîn Mistefa bibe nûnera Amerîkayê li Sofia ya paytexta Bulgarîstanê.

Hêro Qadir niha cîgira serokê tîma dîplomasiya balyozxaneya Amerîkayê û karê birêvebera balyozxaneyê li Portekîzê dike û xwedî ezmûnekî dûrûdirêje li karê siyasî û dîplomatîk de, bi taybetî jî di warê siyaseta derve ya Amerîkayê de.

Hêro Qadir sala 1973ê li Hewlêrê ji dayîk bûye û sala 1976ê li gel malbata xwe koçberî Amerîkayê bûne. Qadir Mihemed Emîn ku bavê wê ye kesekî tekoşer û çalakvanekî siyasî bûye û li gel tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ya dijî rejîma Iraqê rawestaye.

PeyamaKurd

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.