Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî li gel şandeke Kurdistanî gehêşte Bexdayê.
Piştî merasîma pêşwazî kirinê li balefirxaneya Bexdayê, Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê civiyan.
Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî hîn jî dom dike.
Biryare her îro Serokê Kurdistanê li gel Serokkomar û Serokê parlementoya Îraqê bicive.
Di wan civînan de vê Nêçîrvan Barzanî li gel rayedarên Îraqê behsa çend kêşeyên helwastî yên weke petrol û gazê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin