cenazeyê Efrîniyê bi navê Şerefdîn Sîdo, 40 roj piştî revandina wî, li nava baxçeyên gundê Qestel Cindo hate dîtin.
Dîdevanan ragihand ku nîşaneyên lêdan, şewat û êşkencê li ser term wî diyar bûn, û guman heye ku ew ji mêjve hatibe kuştin.
Sîdo yê 60 salî ye, ji devera Cindirês ya Efrînê ye û ew di 13'ê meha Gulanê de dema ligel kurê xwe Mihemedê 9 salî û merivê xwe Reşîd Xelîl diçûn bajarê Ezazê, ji alîyê komeke çekdar ve hatibûn revandin.
Çekdaran di 18'ê Gulanê de wêne û dîmenên êşkencekirina kesên revandî ji malbatên wan re şandibûn û 100 hezar dolar pere weke fîdiye xwestibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin