Duhê civîna salane ya Yekîtiya Ewrûpayê li Brûkselê hat lidar xistin û di civîna han de giftûgo li ser rewşa koçberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Di vê derbarê de nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Ewrûpayê Dilawer Ajgeyî ku beşdariya civînê kiribû ragihand ku di civînê de li ser rewşa penaberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê yên ku li Kurdistanê di nava kempan de dimînin giftûgo hate kirin.
Ajgeyî eşkere kir ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku 22 miliyon euro ji aliyê YEê ve bo hevkarî kirina wan koçber û penaberan were dabînkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin