Serok Mesûd Barzanî li gel endamên Firaksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlemena Kurdistanê civiya.
Di vê kombûnê de, Serok Barzanî ronahî xiste ser erkên dîrokî yên PDK û endamên wê û tekez li wê yekê kir ku nûnerên PDK li Parlemena Kurdistanê nûnerên dîrok û biha û armancên PDK ne û pêwîst e nûnerên PDK li Parlemenê li asta wê berpirsiyariyê bin ku li ser milê wan e û berevaniyê li daxwaz û êş û azarên xelkê Kurdistanê bikin.
Serok Barzanî her wiha anî ziman ku endam û nûnerên PDK divê rastgo bin li gel xelkê û daxwaziyên wan bigihînin cihên mebest û xwe ji muzayedeyan jî dûr bigirin.
Serok Barzanî li ser guhertinên dawî yên siyasî yên li asta navdewletî û herêmî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de û piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî şirove û şîretên pêwîst kir.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin