Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:48

Siyasetmedarê Kurd Bengî Haco koça dawî kir

xelkê herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bû
کوردستان TV
100%

Siyasetmedarê Kurd û Cîgirê Serokê KNKê Bengî Haco koça dawî kir.

Bi vê minasebeta han Konseya Rêvebeir ya KNKê, li ser mirina Cigirê Serokê KNKê Bengî Haco daxuyaniyek da û ji malbata Haco û gelê Kur re sersaxî xwest.

KNKe di daxuyaniya xwe de nivîsandiye: Xebera xembar û dilsotî ya wefata Endamê Konseya Rêvebir û Cîgirê Serokê KNK ê Bengî Haco, gihişte me û em gelekî xemgîn bûn.

Bîrêz Bengî Haco, li Rojavayê Kurdistanê li herêma Cizîrê, di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Bengî Haco, ji ber êrîş û zextên dewleta Sûriye, bi awayekî mecbûrî derket Ewropa. Li Ewrûpa jî her dem di nava xebata azadîya gelê Kurdistanê de cih girt.

KNKe daznîn ku, Bengî Haco demeke dirêj endametîya KNKê kir û di heman demê de emdamê Konseya Rêvebir û Cîgirê Serokê KNKê bû. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyek mezine. Em wekî KNKê sersaxîyê ji malbata Haco, gelê Kurdîstanê û xebatkarên şoreşê re sersaxiyê dixwazin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.