cîhadiyên Tirkiyê dîsa welaityên sivîl revandin

zextên cîhadiyan li ser Kurdan didomin
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirk û çeteyên wê di çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji herêma Efrînê revandin û li beramberî berdana wan, pere ji malbatên wan xwestin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê binpêkirinên li dijî şêniyên kantona Efrînê didomînin, li gorî agahiyên ku ajansa me ANHA`yê bidest xist ku artêşa Tirk û çeteyên wê di nava çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji wan jin, bi tewanên derew revandin û li beramberî berdana wan ji malbatên wan pere xwestin.

Çavkaniyekî ji navçeya Şera diyar kir ku di 17`ê Hezîranê de çeteyan Idrîs Horo û Elî Horo ji gundê Zeytûnkê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Herwiha çavkaniyên din ji hundirê Efrînê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk beriya 2 rojan 10 welatiyên ji navçeya Mabata revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.