Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku şervanên wan di 3’ê Tîrmehê de, li Efrîn, Mare û Babê rêzeçalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk lidar xistine. Di encama rêzeçalakiyan de 5 çete hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin ku şervanên wan di 3’ê Tîrmehê de li derdora gundê Daxilbaş ê girêdayî Babê, derdora bajarê Mare û navçeyên Meydankê û Bilbilê yên Efrînê li dijî çete û çeteyên dewleta Tirk çalakî lidar xistine. Di encama rêzeçalakiyên HRE’yê de 5 çete hatin kuştin û 9 çete birîndar bûne. Heman demê de hat gotin ku şervanên wan du çekên AK-47 û rextekî çeteyan bidest xistine. Her wiha erebeyekê jî derbe xwariye.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin