Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Fransa û bi serokê wî welatî re hevdîtin dike.
Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji aliyê serokê Fransa Emmanuel Macron ve bo Fransa hatiye vexwandin.
Ofîsê daye zanîn, ji ber wê jî Serokê Herêma Kurdistanê dê roja 10 vê mehê serdana Parîsê bike û bi Macron re hevdîtin bike.
Di daxuyaniya ofîsê de hatiye gotin, her du serok dê li ser pêwendiyên Fransa bi Kurdistan û Iraqê re her wiha rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin