Îro nivîsîngeha Serokwezîrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku îro 8ê Tîrmehê Serokwezîrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema diyarkirî ya bo ava kirina kabîneyê de navên kesên ku vê di kabîneya nû ya hikûmetê de bibin wezîr radestî parlementoyê kiriye.
Vê parlemento jî dengdanê li ser vê pêkhateya kabîneya nû bike û em hêvî dikin ku tevahiya wezîrên kabîneyê ji parlementoyê bawerî werbigirin daku bilez kabîneya nû dest bi xizmet kirina gelê mezin û berxwedêr yê Kurdistanê bike.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de behsa navên pêşniyar kirî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku ev navên han hatine pêşniyarkirin û biryara dawî jî ji aliyê parlementoyê ve tê dayîn.
Di kabîneya nû de 19 wezîr û 3 wezîrên herêmê hene û heta niha tenê navê wezîrê çavkaniyên xwezayî nehatiye eşkerekirin.
Ev navê endamên kabîneya nû ne
Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr
Wezîrê dad Ferset Ehmed Ebdula
Wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl
Wezîrê navxwe Rêber Ehmed
Wezîrê darayî û abûrî Awat Cenab Nûrî
Wezîrê tendirostî Dr Saman Berzencî
Wezîrê perwerde Alan Heme Seîd
Wezîrê awedan kirin û nîştecîh kirinê Dana Ebdulkerîm
Wezîrê şaredarî û tûrîzimê Sasan Ewnî
Wezîrê xwendina bilind Aram Mihemed Qadir Emîn
Wezîrê pilan danan Dara Reşîd Mehmûd
Wezîrê karûbarên civakî Kuwêstan Mihemed
Wezîrê rewşenbîrî Mihemed Seîd Elî
Wezîrê şehîd û enfalkiriyan Ebdulah Mehmûd
Wezîrê çandin û çavkaniyên avê Bêgerd Dilşad
Wezîrê pîşesazî û barzirganî Kemal Musilêm Qerenî
Wezîrê veguhastinê Anû Cewher Ebdulmesîh Ebduka
Wezîrê karûbarên olî Piştîwan Sadiq
Wezîrê elektirîkê Kemal Mihemed Salih Xelîl
Wezîrê herêmê Xalêd Selam Seîd
Wezîrê herêmê Aydin Merûf Selîm
Wezîra herêmê Vala Ferîd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin