Li gor peyvdarê wezareta karûbarên olî Nebez Îsmaîl vê îro çarşem yekem karwana heciyên Kurdistanê ber bi Siûdiyeyê ve birê bikeve.
Nebez Îsmaîl eşkere kir ku tevahiya asankariyên pêwîst bo wergirtina vîze bo heciyên Kurdistanê hatine kirin û îro çarşem yekem karwana heciyên Kurdistanê ji Hewlêrê ber bi Siûdiyeyê ve birê dikeve.
Îsmaîl eşkere kir ku çûna heciyên Kurdistanê bo Siûdiyeyê heta 15ê Tîrmehê berdewam dibe û îsal bi giştî 7 hezar welatiyên Kurdistanê diçine hecê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin