Îro hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê baweriyê ji Parlamentoya Kurdistanê werdigre. Mesrûr Barzanî serokwezîr û Qubad Talebanî jî cîgirê Serokwezîr dibin. Di civîna îro de dengdan li ser kabîneyê tê kirin û sonda yasayî dixwin.
Bernameya rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê bi vî awayî ye:
Destpêkê dê parlemento bawerî bi serokwezîrê raspardî Mesrûr Barzanî bide.
Piştre, Mesrûr Barzanî dê navên wezîrên kabîneya xwe yek bi yek eşkere bike, û dê deng li ser wan were dayîn.
Piştî wergirtina baweriyê, serokwezîr, cîgirê serokwezîr û tevahiya wezîran wê sonda yasayî bixwin.
Di dawiyê de jî, dê Mesrûr Barzanî weke serokwezîrê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê xalên giştî yên bernameya kabîneya hikûmetê ragihîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin