Piştî civîna li gel Serokê Fransayê, Nêçîrvan Barzanî li gel Jean-Yves Le Drian civiya
Piştî civîna li gel Serokê Fransayê, Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Fransayê civiya û behsa veberhênana kompaniyên Fransî li Herêma Kurdistanê kirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian de pêşhatên herî dawî yên herêmê ji aliyê ewlehî û siyasî ve, pêşvebirina zêdetir a peywendiyên navbera Hewlêr û Parîsê di warên ciyawaz de û hewldanên çareserkirina pirsgirêkên qaliqandî yên navbera Hewlêr – Bexdayê li gor destûra Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û rola civaka navdewletî, bi taybetî Fransa di vegerandina awareyan de bo cih û warên wan, pêngavên pêwîst piştî qonaxa şerê DIŞIê di avakirin û dabînkirina xizmetguzariyên destpêkê de bo navçeyên zirardîtî û alîkariyên berdewam ên Fransayê bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de, hatin axaftin.
Gotûbêjkirina hebûna derfetên kar û veberhênanê ji bo kompaniyên Fransî li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî û bilindnirxandina pêkvejiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê û metirsiyên serîhildana "terorê" aliyekî din ê civînê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin