Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 15:11

Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan welatî hatine girtin

operasiyonên Îtlaatê dîsa destpê kirin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, di nava çend rojên derbazbûyî de bi dehan welatiyên Kurd hatine binçavkirin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku hêzên îtlaata Îranê dîsa dest bi operasiyonên dijî welatiyên Kurd kirine û di nava çar rojan de li Mehabad, Şino, Pîranşar herî kêm 10 welatiyên Kurd ji aliyê Îtlaatê ve hatine girtin.

Jêder eşkere kirin ku bi tenê li bajarê Mehabadê 6 welatiyên Kurd jiber sedemên nediyar ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.