Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 17:03

Civata wezîran civiya û çend biryarêngirîng der kir

5 biryarên girîng hatin stendin
کوردستان TV
100%

Îro duşem civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekemîn civîna xwe ya fermî lidar xist.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navêcivata wezîran spasiya xelkê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî mûçexor, pêşmergeyên qehreman û malbetên şehîdan kir ku di salên derbasbûyî de stûyê xwe dane ber berevanî kirin û parastina serweriya Kurdistanê û bi awayekî lehengî rûbirûyê tevahiya nexweşî, dijwarî û qirîzan bûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî soza vê yekê jî da ku li ser xizmet kirina welatiyan bêyî cudatî, ti kêmkariyekê nekin.

Di berdewamiya civînê de piştî eşkere kirina karên taybet yên bi destbikar bûna wezîrên kabîneya nû, wezîr hatin pîwerdarkirin daku di çarçoveya şîretên giştî yên karnameya kabîneya 9an, bernameya karên wezaretan di nava 30 rojan de pêşkêşî civata wezîran bikin daku werin pejrandin û cîhbicîhkirin.

Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî ragihand ku sibê şandeke hikûmeta Kurdistanê bo diyar kirina niyazpakiya hikûmetê serdana Baxdayê dike bo giftûgo kirin derbarê dîtina rê û rêbazên çareseriyên goncav ya di çarçoveya destûrê de bo kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîr çend biryarên girîng derbarê kar kirina wezîr û xudan erkan û karmendên hikûmeta Kurdistanê de û ji bo nehêştina rûtîniyat û gendelî û bertîlê di nava dezgehên hikûmetê de stend û pişt re biryarên han bi piraniya dengan hatin pejrandin.

Ev jî biryarên civîna civata wezîranin

1- Tevahiya wezîr, xudan postên bala lazime pêbendî dema kar kirina fermî bin ji destpêka rojên yekşemê heta dawiya rojên pêncşeman.

2-Lazime tevahiya karmendên hikûmeta herêmê pêbendî dema diyar kirî ya fermî a bo kar kirinê bin û ti kesek nikare di dema karê fermî de cêyê karê xwe bihêle anjî kareke din ji derveya pîwerdariya xwe cîhbicîh bike.

3-Lazime karmend pêbendî parastina nihêniyên kar bin û nabe ti karmendêk zaniyariyên ku nihênî ne ji bilî destûra qanûnê û ji derveya rê û rêbazêndestûrî eşkere bike.

4-Lazime rûtîniyat di nava dezgehên hikûmetê de nemîne û tevahiya karûbarên welatiyan bi lez û başî werin cîhbicîhkirin û herwiha lazime bersifa doz û pirsiyarên welatiyan bi başî û bilez were dayîn, lazime sedemên cîhbicîh kirina karûbarên welatiyan zelal û eşkere bin û alzime rêz ji welatiyan re were girtin.

5-Diyardeya bertîl dan û bertîl wergirtin di nava dezgehên hikûmetê de car caran tê dîtin jiber vê yekê nehêştina vê diyardeya han yekek ji karên serekî yên kabîneya nû ye û nabe bi ti awayî çav li vê mijara han were girtin û kesên ku vê yekê bikin vê bi tundî werin cezakirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.