Îro danê sibê li girtîgeha navendî ya li bajarê Ormiyeyê çar welatiyên Kurd bi biryara dadgehê hatin dardekirin.
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, ev her çar ciwanên Kurd yên ku beriya çend salan bi tawana kuştina rast rast hatibûn binçavkirin, îro li girtîgeha navendî ya li Ormiyeyê hatine dardekirin.
Navê wan çar ciwanên Kurd ewin, Hêmin Benavend, Mehmûd Xalêdî, Cefer Mihemedî û Mihemed Arif Necefiyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin