Ermeniyên Girê Spî: Tirkiye dixwaze komkujiyên Osmaniyan dubare bike

dibêjin Tirkiye dixwaze komkujiyan dubare bike
کوردستان TV
100%

Jinên Ermen ên bajarê Girê Spî gotin: “Em wek Ermenên li Girê Spî mesajekî ji Erdogan re dişînin û dibêjin ku em komkujiyên ku Împaratoriya Osmaniyan li ser gelê me pêk anî ji bîr nakin. Niha jî Tirkiye ya neviyê Osmaniyan dixwaze heman sînaryoyê li ser gelên herêmê pêk bîne.”

Li gor nûçeyeke anha yê jinên ji pêkhateya Ermen ên li kantona Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê beşdarî çalakiyên konvedanê yên mertalên zindî bûne ji ajansa me re axivîn. Jinên Ermen gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Gelên herêmê bi hev re bira ne û kesên mîna Tirkiyê nikarin fitneyan têxe navbera wan. Gelên herêmê daxwazin ewlehî û istiqrarê pêk bînin, lê Tirkiyê dixwaze serdema dewleta Osmaniyan vejîne û  komkujiyên li ser şêniyên herêmê pêk bîne.”

Losiyan Matosiyan got: “Em wek Ermenên li Girê Spî mesajekî ji Erdogan re dişînin û dibêjin ku em komkujiyên ku Împaratoriya Osmaniyan li ser gelê me pêk anî ji bîr nakin. Niha jî Tirkiye ya neviyê Osmaniyan dixwaze heman sînaryoyê li ser gelên herêmê pêk bîne.”

Losiyan destnîşan kir ku pêkhateyên Girê Spî ji Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen bi hev re bi biratî dijîn û ti cudahî di navbera pêkhateyan de tine ye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.