Di çarçovey êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê de, duhê êwarê dîsa balefirên şer yên Tirkiyeyê derdora Kortekê bi tundî bordiman kirin.
Jêderên herêmî behsa vê yekê kirin ku balefirên şer yên Tirkiyeyê gelek bi nizmî li ser esmana Sengeserê firîne û pişt re jî girê Kortek û çend deverên din bordiman kirine.
Heta niha derbarê zirarû ziyanên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin