Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsya li Îdlibê êrîşên esmanî didomînin.
Li gor SOHR’ê firokên Rûsya êrîş birine ser Xan Şêxûn û Tibeşê û hêzên Sûriyê jî li Muhammbil, Dersimbil û Temanîyê êrîş pêk anîne.
Di êrîşan de 17 kes hatin kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û êrîşên dijî wê herêmê ji dawiya Nîsanê vir ve gur bûne.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin