Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 19:26

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Êzdiyên cîhanê kir

dibêje hewldanên me bo baştir kirina jiyana Êzidiyan vê berdewam bin
کوردستان TV
100%

Bi boneya destnîşan kirina Mîrê Êzdiyan ê nû yê cîhanê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahî pêşkêş kir

Peyama Nêçîrvan Barzanî waha ye: 

Rêzdar Mîrê êzdiyan

mîr Hazim Tehsîn Beg

Slav û rêz..

Bi helkeftina destinîşankirna hewe wek mîrê êzdiyan, bi germî pîrozbahiyê li hewe û hemî êzdîyan dikem, hêviya serkeftinê di erk û berpirsyariya hewe ya nû da bo hewe dixwazm.

Hûn di demekê de vê erk û berpirsyariya mezin heldigrin ku hêşta hejmareka mezin a xuşk û birayên me yên êzdî di kempên awareyîda dijîn û nikarn vegerne ser cih û warên xwe. Erk û berpirsyariya hewe ya girane û em hemû pêkve hewceyî hevkariya hevdune daku bikarîn hindekê ji barê giran ê êzdîyan sivik bkeyn.

Hewe piştrast dikem ku wek herdem em dê hemû hewla deyin daku bi her awayekê bikarîn piştevan bîn û harîkarîya xuşk û brayên xwe yên êzdî bikeyn. Hindî êzdîyek bi tenê jî li her derekê revandî mabît, çi pêwîste em dê keyn bo vegerandna wan, herwisa dê hemû hewla deyn bo avedan kirin û vegerandna jiyanê bo deverên êzdîyan daku bikarn bi serfirazî vegerine ser cih û warên xwe.

Careka dî jî hewe yên rêzdar û hemû xuşk û birayên êzdî û pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikeyn ku herêma Kurdistanê dê her mînît warê pêkvejiyanê, pir rengiyê, aştiyê û hevdu qebûl kirinê bo hemûyan.

Dûbare mîratîya hewe pîroz bît, her serkeftî bin.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

27/7/2019

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.