cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê 4 sivîl revandin û gelek darên li gundê Uga yê navçeya Bilbilê birîn.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê gihaştine ber destê me, artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa agir berda zeviyên gundê Birc El-Qas û gund topbaran kir.
Hrwiha çeteyên dewleta Tirk di 26’ê Tîrmehê de li gundê Mamila yê navçeya Mabeta ya Efrînê gelek kes revandin. Navên hinek kesên ku hatine revandin ev in; Alî Bak, Cafer (paşnav nehat zanîn) Nûrî Kurdî û Îzat Kurdî. Li gorî agahiyan kesê bi navê Îzat Kurdî alîgirê ENKS’ê ye.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku cîhadî ne tenê li dijî welatiyên Kurd zilimê dikin belku li dijî jîngeha deverê jî xudan heman kerbê ne û dest bi birîna darên li deverê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin