Di êrîşa dawî de zêdetir ji 10 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gor jêderên herêmî di êrîşekê de zêdetir ji 10 sivîl li herêma Saada ya Bakurê Yemenê hatine kuştin ku di nav wan de zarok jî hene.
Jêderên saxlemiyê û medya ser bi Husiyan ragihand ku êrîş ji hêla Erebistana Siûdî ve hatiye kirin û bazerek hat armancgirtin.
Rêvebirê nexweşaneya El Cumhûrî Salih Qurban ragihand ku di êrîşa esmanî ya Erebistana Siûdî de 13 kes hatine kuştin. Di êrîşa esmanî ya ser taxa Qatabir de 23 kesên din jî birîndar bûn.
Jêder behsa vê yekê dikin ku hijmareke zêde ji kuştî û birîndaran zarokin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin