Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna Çileya Havînê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdên Êzidî kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta hatina cejna çilê ya havînê, pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî yên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvî dikim di rewşeke aram û bextewer de ev cejna han derbas bikin.
Em we piştrast dikin ku hikûmeta Kurdistanê tevahiya karînên xwe bitevger dike bo ku xizmetên zêdetir pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî bike bo kêm kirina azar û janên wan û hewl bi vegerandina bilez ya piraniya xuşik û birayên Êzidî yên aware bo deverên wan li sînorên parêzgeha Şengal û Behzan û herwiha wenêrînê bo diyarkirina çarenivîsa tevahiya qurbaniyên destê terorîstan didin.
Serokê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin