Beriya 5 salan, di roja 3ê tebaxa 2014an de terorîstên DIŞIê êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên kurdên êzidî hatibûn kuştin û 200 hezar kurdên êzidî ji Şengalê derketibûn û bibûn penaber. 5 sal bi ser komkujiya Şengalê re derbas bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Şingalê” nas kir.
Rêxistina îslama tûndrew ya bi nave Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DIŞI) ku armanca wê ya serekî têkbirina proseya serbixwebûna Herêma Kurdistanê û destkeftên Herêma Kurdistanê bû ji aliyê hin dewletan va bi ser Herêma Kurdistanê da hatibû şandin. DIŞIê di 03-08- 2019an da êrîşî Şingalê kir û bi 5 hezar kurdên êzdî kuştin û revandin. Herwiha zêdetir ji 200 hezar kurdên êzdî penaber bûn û li kampên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi cî bibûn.
Terorîstên DIŞIê ku piştî dagirkirina Mûsil û gelek deverên din ê yê Iraqê çekên giran yên Amerîkayê bi dest xistibûn êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê berfirehtir kiribûn. Bi piştevaniya hin erebên li herêmê DIŞI ji bilî Şingalê li deverên weke Rebîa, Wankê Sinûnê,Zûmarê bi cî bibû.
Pişt re bi Fermandariya rasterast ya Serok Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û herwiha bi hevkariya hevpeymaniya cîhanî tevahiya wan deveran ji destê terorîstên DIŞIê hatin rizgarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin