HSD: Divê herêma ewle ji çemê Firatê û ta çemê Dîclê be

dibêje lazime dever lihmber êrîşên tirkiyeyê were parastin
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, divê ‘herêma ewle’ di navbera çemê Firatê û çemê Dîcleyê de bê avakirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand,  li gor nerîna Tirkiyê herêma ewle dê ji Girê Spî û Serê Kaniyê de, lê HSDê dixwaz dike ew herêm ji çemê Firat û ta çemê Dîcleyê li xwe bigire, ji bo ew herêm ji êrîşên Tirkiyê bêne parastin.

Mezlûm Ebdî diyar kir, danûstandinên wan ên ne rasterast bi Tirkiyê re hene, lê ta niha ew nehigihîştine ti encamekê û dê ew danûstandin berdewam bin ta digihin encamekê.

Ev yek di demekê de şandeke leşkerî ya amerîkî bi armanca avakirina Navenda Operasyonên Hevbeş bi Tirkiyê çend roj in li Rihaya bakurê Kurdistanê ye.

Amerîka û Tirkiyê derbarê ‘herêma ewle’ de gihîştibûn rêkeftinekê, Washington kûrahiyê wê herêmê ji 5 ta 14 K.M dibîne, lê Tirkiye rijd e ku di navbera 40 – 40 K.M de be.

Peyamakurd

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.