Erbil 38°C Thursday 20 Nov 01:50

Bordiman kirina deverên sînorî berdewame

ev sê roje li ser hev ev dever tên bordimankirin
کوردستان TV
100%

Ev çend roje ku balefir û kopterên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi tundî deverên sînorî yên Kurdistanî bi taybetî devera Sîdekanê bordiman dikin.

Herwiha hate zanîn ku di çarçoveya bordimanên han de, duhê bi şev balefir û kopterên artêşa Tirkiyeyê bi tundî devera Xakûrik û deşta Hêrtê bordiman kirine.

Jêderên ji herêmê behsa vê yekê kirin ku Xakûrik, çiyayê Şekîf, Lolan, Gewra Kawereşik û çiyayê Zirarav bi tundî bordiman kirine.

Bordimanên han ti zirarên canî li pey xwe nehêştine lêbelê zirarên mezin gehandine jîngeha wan deveran.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.