Erbil 38°C Thursday 20 Nov 01:30

Peyama Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo bîranîna Enfalkirina Behdînan

zêdetir ji 180 hezar welatiyên Kurd hatibûn şehîdkirin
سه‌رۆكایه‌تیى هه‌رێمى كوردستان
کوردستان TV
100%

Li çarçêweya pêşhatina êrîşa Enfalê da ku sala 1988 ji aliyê rejîma Be’es ve beramber bi xelkê sîvîlê Herêma Kurdistanê hate encamdan û têda zêdetirê (180.000) sed û heştih hezar hemwelatiyên Kurdistanê hatin bêseruşûn û şehîd kirin û bi hezaran gund û dêhatên Kurdistanê wêran bûn, îro enfalkirina Behdînan bibîrtînîn.

Enfalkirina Behdînan ku dawiya pêşhatina êrîşa enfalan bû, li 25ê tebaxê heta 6ê Îlona 1988 hemû navçeyên Behdînanê girt û têda kîmyabaran û girtin û kuştin û raguhestin û wêrankirina mizgeft û dêr û gûnd û navçeyên Behdînan ji aliyê pênc firqe û yekîneyên serbazî ve hate encamdan û ewên ji wê tawanê jî rizgar bûn, koçberî Îran û Tirkiye û welatên din bûn.

Di demek da gelek bi rêz û hûrmetê ve şehîdên enfalkirina Behdînan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîrtînîn, carekî din daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn li gor biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ku pêşhatina êrîşa enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasand, erkê xwe yê yasayî û exlaqî bi cîh bîne û qurbaniyên enfalê qerebû bike.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radispêrîn ku zêdetir xizmetkirina qurbanîyên enfalan û dûvdaçûnê li çarenivîsa wendabûyan bike yek ji ewlewiyata karên xwe.

Dirûd û silav ji bo giyanê pakê şehîdên enfalkirina Behdînan û hemû enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

25/08/2019

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.