Serokê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasralah ragihand ku li Sûriyê piştî rizgarkirina Idlibê ew dê berê xwe bidin Rojhilatê Firatê ku di bin kontrola hêzên Kurdî de ye û tevahiya Sûriyê rizgar jî bikin.
Hesen Nasrallah di gotara xwe ya merasîmekê de got: “Armanca alozkirina Suriyê li sala 2011an pereçkirna navçeyê bû, lê artêşa Suriyê ew plan ji nav bir.”
Nasralah herwiha îdia kir ku Amerîkayê, DIŞI ji bo bicîkirina berjewendîyên xwe bikar aniye û heya niha jî Amerîka wê diparêze.
Tirkiye ev demeke dirêj e gefa operasyonê li Rojhilatê Firatê dixwe, lê Amerîka destûra wê yekê nade wan. Niha jî yekem car Hizbulaha Lubnanê ku wek piştevana berjewendiyên Îranê û hevpeymana rejîma Sûriyê di nav şer de ye, gefa Rojhilatê Firatê dixwe.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin